Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Çavdêrên N.Y. ji Sûriyê Derket


Babacar Gaye.
Babacar Gaye.
Serokê tîma ku çavdêrên Neteweyên Yekbûyî, ya hilweşiyayî, ji Şamê derket.

General Babacar Gaye roja Şembî Şam hêla.

Çavdêr bo Sûriyê hatibûn şandin wek beşek li plana şeş xalî ya nûnerê berê yê N.Y. û Komkara Ereb Kofî Annan jibo çavdêriya agirbestekê ku tu carî pêk nehat. Karê tîmê bi fermî roja Yekşema bihurî bi dawî hat.

Li şûna wê, dê NY ofîseke peywendiyên siyasî li Şamê ava bike jibo piştgîriya hewlên navberkirinê yên kesê cihê birêz Annan girt, diplomatê Cezayirî Lexder Brahîmî.
XS
SM
MD
LG