Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê DTP yê Berê Ahmet Turk Rastî Êrîşek Hat


Serokê Berê yê Partîya Civata Demokratîk (DTP) û sîyasetvanê Kurd Ahmet Turk, îro li bajarê Samsunê bû armanca êrîşeke û dawîya êrîşê de birêz Tirk rakirin nexweşxaneyê. Şandeya sîyasetvanên Kurd, jibo çavdêrîya rûniştina doza bûyerên bajeroka Qop (Bulanik) ya Mûşê çûbûn Samsunê.

Parlamanterê Partîya Aşitî û Demokrasî (BDP) yê bajarê Mûşê M. Nurî Yaman, ku bi xwe jî li ba Ahmet Turk bû, di hevpeyvîna taybet de bersîva Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dide û qala hûrgilîyên êrîşê dike.

Birêz Yaman dibêje, êrîşbir li pêş çavê hêzên ewlekarî dirûşman davêje û paşe jî erîşî birêz Ahmet Turk dike. Wisa xûya ye, sedema şandina doza bûyerên Qopê bo Samsunê ev bûye ku êrîşên wî rengî bi rehetî bêne kirin.

Dema ev hevpeyvîn hate kirin, Ahmet Turk û şandeya ligel, bi otomobîlan ji Samsunê diçûn Enqerê.

Guhdarên delal, jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka jorîn ya destê rastê kilîk bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG