Breaking News

Serokê Fransî Sarkozy li Afganîstanê ye

Serokê Fransî Nicholas Sarkozy li bingeha leşkerî ya Tora, serêdana leşkerên Fransî dike. Herêma Surobi, Afganîstan, Tîrmeh 12, 2011
Serokê Fransî Nicholas Sarkozy li bingeha leşkerî ya Tora, serêdana leşkerên Fransî dike. Herêma Surobi, Afganîstan, Tîrmeh 12, 2011

Serokê Fransî Nicholas Sarkozy îro Sêşemê li Afganîstanê got, 1.000 leşkerên wan heta dawîya sala tê ji Afganîstanê derkevin.

Birêz Sarkozy got, 3.000 hêzên din yên mayîn jî, bi piranî li eyaleta Kapisa ya rojhilat werine bicîh kirin.

Serokê Fransî Nicholas Sarkozy bi awayekî neçaverê serêdana Afganîstanê dike, rojek piştî ku leşkerekî Fransî ji alîyê leşkerî din yê Fransî, bê mebest hatibû kuştin.

Heta niha 64 leşkerên Fransî ji 2001’ê anku destpêbûna şerê Afganîstanê vir ve li wî welatî hatine kuştin.

Hemî hêzên navnetewî li ber e heta dawîya 2014’an ji Afganîstanê derkevin û ewlekarîyê bo hêzên Afganî bihêlin.

XS
SM
MD
LG