Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê CHP li ser Pirsgirêka Kurd bi Serokwezîrê Tirkîyê re Kom Bû


Partîya Gel a Komarî (CHP), jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd nexşerêyek ku ji 10 xalan pêk tê amade kir. Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu jibo nexşerê roja Çarşemê bi Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re hate cem hev.

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di derbarê nexşerêya CHP de got ji pêşnîyaran zêdetir tespît hene. Erdogan detnîşan kir ku li Tirkiyê Pirsgirêka Kurd nîne, pirsgirêka terorê û ya PKK heye.

Serokê Giştî yê MHP Devlet Bahelî jî destnîşan kir ku ew bi tu awayî hewildana CHP napejrinin û dexwaza kombûnê jî red dikin.

Serokwezîrê Tirkiyê di li ser daxuyanîya Bahçelida got bi helwesta MHP, pêşnîyara avakirina komisyonên nexşerê ne mumkune. Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ger komisyona parlamenê neyê avakirin ne mumkune ku komisyona Aqilmendan jî avabibe.

Serokê Giştî yê HAKPAR’ê Bayram Bozyel jî jibo guhdarên Dengê Amerîka destnîşan kir ku CHP di dema Rêvekirina Demokratîk de helwestek neyênî nîşan da û pareka mezin a CHP heye ku ew pengav hat sekinadin. Bozyel got “ lê dîsa jî lazime ku em hewildana CHP bi erênî binirxînin.”

Sîyasetvanê Kurd destnîşan kir ku PKK encameka Pirgirêka Kurd e û bi helwesta ku pirsgirêka Kurd nîne nikarin encamek bidest bixin.

Serokê Giştî yê HAKPARê ku dîyar kir got “ Bêyî MHP dibe lê bêyî BDP û partîyên Kurdan ev pirsgirêk çareser nabe.”

Jibo guhdarîkirina raporê, ji kerema xwe re lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG