Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê PYD'ê: Yekîtîya Ereb Piştgirîya Opozîsyona Sûrî Dike


Serokwezîrê Qatarê Şêx Hamad Bîn Casim bi Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Ereb, Nebîn el ereb re dipeyîve. Qahîre, Mijdar, 24, 2011

Şandeyeke ji sîyasetvanên Kurdên Sûrîyê jibo hevdîtinên ligel Yekîtîya Ereb li Qahîreyê ye. Şandeya Kurd bi Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Ereb, Nebîl El Ereb re kom bûn û rewşa opozîsyona Sûrî û li ser mafên Kurdan axifîn.

Di hevpeyvîna taybet ya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Serokê Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) Salih Mislim Mihemed ku vê gavê li Qahîrê ye, li ser serdana Kurdan dipeyîve.

Birêz Mihemed dibêje, hevdîtina wan ya bi Sekreterê Giştî Nebîl El Ereb re nîşan dide ku Yekîtîya Ereb piştgirîya opozîsyona Sûrî û mafên Kurdan dike.

Salih Mislim Mihemed dibêje, bi ditina wan li şûna NATO û Tirkîyê, baştir e ku dewletên Ereb di kêşeya Sûrî de roleke karîgertir bilîzin. Loma jî ew girîngîyeke mezin didin Misirê û welatên din yên Ereb.

Serokê PYD’ê her wiha dîyar dike ku partîya wan li dijî rejîma Sûrî ye û tekoşîna xwe ya dijî Şame didomîne.

Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a jorîn guhdarîya vê hevpeyvîna taybet bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG