Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Sûrî: Me Fermana Teqekirina Sîvîlan Nedaye


Serokê Sûrî: Me Fermana Teqekirina Sîvîlan Nedaye
Serokê Sûrî: Me Fermana Teqekirina Sîvîlan Nedaye

Serokê Sûrî Beşar Esed dibêje, wî tu ferman nedaye hêzên ewlekarîyê ku gule bibarînin ser sîvîlan. Esed jiber serhildan û alozîyên berdewam yên li Sûrîyê, hêzên derveyî sûcdar kir.

Beşar Esed di axaftina xwe ya 100 deqîqayî de, îro Sêşemê li payaxt Şamê got, jinûve cîhkirina ewlekarîyê, girîngîya wan serekî ye û ev yek tenê bi eciqandina terorîstan ya bi “kulmeke hesinî” pêkan e. Wî, pêsna karê hêzên ewlekarîyê da.

Hikûmeta Sûrî "terorîstên çekdar" gunehbar kir ku serhildana dijî desthilata birêz Esed ya 11 salan rêve dibin.

Serokê Sûrî Beşar Esed got, ewê tenê li ser daxwaza gelê xwe dest ji seroktîyê berde.

Di axaftina xwe de, Esed her wiha soza qanûna bingehîneke nû ku li meha Adarê were nivisîn û hilbijartinên nû yên parlamanî da.

Serokê Sûrî medyaya bîyanî bi dijbêrîya welatê wî tawanbar kir û rexne li Yekîtîya Ereb girt ku endamtîya Sûrîyê cemidandibû.

XS
SM
MD
LG