Breaking News

Serokê Sûrîyê Bi Şandeya Daraa re Kom Bû

Jinên Sûrî li ser rêya bajarê Baida daxwaza berdana xwepêşanderên girtî dikin. Nîsanl 13, 2011
Jinên Sûrî li ser rêya bajarê Baida daxwaza berdana xwepêşanderên girtî dikin. Nîsanl 13, 2011

Raportên ji Sûrîyê dibêjin, Serok Beşar El Esed ligel nûnerên bajarê Daraa ya navenda serhildanan kom bû.

Raport radigîhînin hevdîtin îro Pêncşemê pêk hat lê li ser encamên wê ti hûrgilî nehatine dayîn.

Înîya borî bi kêmî ve 26 xwenîşander li bajarê Daraa hatibûn kuştin, piştî ku hêzên ewlekarî yên bi kincên sîvîl gule barandibûn ser xwenîşanderan.

Xwenîşanderên Sûrî daxwaza reformên sîyasî yên bingehîn û azadkirina girtîyên sîyasî dikin.

Xwenîşander taybetî jî dixwazin rewşa awarte were rakirin, ku xwepêşandanan û hebûna partîyên opozîsyonê qedexe dike.

XS
SM
MD
LG