Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Tirkîyê Çû Seredana Dîyarbekirê


Serokomarê Tirkîye Abdullah Gul û Şaredarê Bajarê Dîyarbekirê Osman Baydemîr
Serokomarê Tirkîye Abdullah Gul û Şaredarê Bajarê Dîyarbekirê Osman Baydemîr

Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul, jibo serêdaneke du rojan hat Dîyarbekirê. Serokomar Abdullah Gul li balafirgeha Dîyarbekirê ji alîyê Şaredarê Bajarê Mezin yê Dîyarbekirê Osman Baydemîr, Walîyê Dîyarbekirê Mustefa Toprak, Rektorê Zanîngeha Dîcle Prof.Dr. Ayşegul Jale Saraç, Fermandarê 7. Kolorduyê Korgeneral Salih Zekî Çolak, Serokê Odeyên Bazirganî û Pîşesazîyê Galîp Ensarîoglu, Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar û parlementerên AKP’ê yên Dîyarbekirê hate pêşwazî kirin.

Serokomarê Tirkîyê Çû Seredana Dîyarbekirê
Serokomarê Tirkîyê Çû Seredana Dîyarbekirê

Serokomar Abdullah Gul piştî serdana Parêzgeh û Garnîzon çû serdana Şaredarîya bajêr. Şaredarîya Dîyarbekirê, di çarçoveya belaveya ‘Jîyana du zimanî’ de serokomarî, bi pankart û bîlboardên ku li serê “Tu bi xêr hatî Birêz Serokomar” nivîsandî bûn, pêşwazî kir.

Abdullah Gul, li ber derîyê avahîya şaredarîyê ji alîyê Şaredar Osman Baydemir, Cîgira Şaredar Hafize İpek, Rêveberê DİSKİ yê giştî Fahrettîn Çagdaş ve hat pêşwazî kirin. Herwiha Endamê Meclîsa Herdemî ya KCD’ê Altan Tan, rojnamevan Rûşen Çakir, Bêjan Batûr, derhêner Sirri Sureyya Onder jî di pêşwazîkirinê de amade bûn.

Şaredarê Dîyarbekirê Osman Baydemîr ferhenga Kurdî-Tirkî û tabloya mînyaturên Dîyarbekirê dîyarîyê Abdullah Gul kir. Piştre Serokomar jibo çapamenîyê axaftinekî kir. Abdullah Gul dîyar kir ku ev cara duwem e tê serdana bajêr û li gorî bajarên din kêm hatîye serdana Dîyarbekirê û got; “Jibo ez zêdetir bikaribim guhdarî pirsgirêkên Dîyarbekirê bikim, ez ê du rojan li vêderê bimînim.”

Abdullah Gul di derbarê gotûbêjên dawî yên belaveya ‘Jîyana duzimanî’ de wiha axivî “ Di van rojên dawî de pir tê gotûbêj kirin. Zimanê fermî yê Tirkîyeyê Tirkî ye û wê wiha bidome. Zimanên sazî û dezgeyên dewletê jî Tirkî ne, ev, zimanê me yê hevbeş e. Lê rastîyekî dinê jî ewe ku di nav welatîyên me de, yên bi zimanên din jî dipeyvin hene. Çawa ku, li vir bi Kurdî dipeyîvin li hin cîhên dinê Erebî tê û zimanên dinê tê axaftin. Evane hemû zimanê me ne. Jiber vê jî divê em wiha lê binêrin û divê em vana hemû wek dewlemendîyan bibînin.” Serokomar ji b ovan zimana got ku ew mirata keleporî ne û got parastina mirata keleporî wezifeya wan e, her wiha divê di vê çarçoveyê de mesela ziman were nirxandin. Abdullah Gul di destnîşan kir ku ewê pirsgirêkên bajêr gohdar bike, da ku alikarîyeke hevpar bidestbixin. Osman Baydemîr, di derbarê gotinên serokomar de dîyar kir ku pirsgirêka Kurd, dê bi demokratîkbûnê çareser bibe.

Piştî pêşwazîkirinê Abdullah Gul û Osman Baydemîr ji çapamenîyê re girtî hevdîtinek pêk anîn. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, Şaredarê Dîyarbekirê, di civînê de raporekî pêşkêşê serokomar kir. Osman Baydemîr di raporê de li ser kar û xebatên şaredarîyê û pirsgirêkên bajêr sekinîye. Herwiha jibo çareserkirna pirsgirêka Kurdî jî destnîşan kirîye ku qudreta hikumetê heye jibo guherînên qanûnî da ku pirsgirêk birêya demokrasîyê were çareser kirin. Osman Baydemîr bibîrxistîye ku agirbesta PKKê jî derfeteke mezin derdixe holê û divê ev fersend ji dest neçe.

Osman Baydemîr li ser opersyonên leşkerî û sîyasî jî rawestîye û bi bîr xistîye ku ji 2009’î vir de 1800 zêdetir sîyasetmedarên kurd hatine girtin. Bajarvanê Dîyarbekirê dîyar kirîye ku hêvîya raya giştî ji doza KCK ya ku di 13 meha yekî de dê were dîtin ewe ku sîyasetmedarên ku neha girtî ne, werin azad kirin.

Bajarvanê Dîyarbekirê Osman Baydemir, di derbarê nîqaşên li ser xweserîya demokratîk de jî wiha gotîye “ bêtehamulîya ku derketîye holê, me bê hêvî dike, divê em ji bîr nekin ku aşitî bi muzakere, bi guhdarî kirinê û ji hev fêmkirinê tê tesîs kirin. Divê rê li ber nîqaş û pêşnîyaran neyê girtin, hêza çareserkirinê zêde bikin.”

Serokomar Abdullah Gul piştî şaredarîyê çu serdana Rektorîya Zaningeha Dîcleyê û duda jî bi nunerên sazîyên sivîl û bi rojnamevanan re di şîva êvarê de hate ba hev. Abdullah Gul înê êvarê dê ji Dîyarbekir derbasê Enqereyê bibe.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG