Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Yunanistanê Bizavê Dike Hikûmetek Hevalbend Bêt Avakirin


Serokê Yunanistanê rêberên partîyê sîyasîyên wî welatî bangî kombûnek roja Yêkşemê kirin wek hewlek dawîyê bo hidê hikûmetek hevalbend bêt pêkanîn.

Serokê Yunanistanê Karolos Papoilias roja Şemê got ew dê li gel rêberê parêzkar Antonis Samaras, Alexis Tsipras yê çepê tund p rêberê sosyalîst Evangelos Venizelos kom bit, piştî wan sê rêberan nekarîn bi radeya pêdivî piştîvanîyê kom biken bo çêkirina hikûmetek nû.

Ofîsa serokî dazanîn ku ew dê her wiha li gel rêberên çar partîyên din jî bi cuda kom bit yên karîn di nav hilbijartina roja Yêkşem hinek korsîyên parlemanê bi dest bînin.

Çi yêk ji partîyên welatî hind korsî di nav parlemanê de bi dest nexistin ku bikarin bi tinê hikûmetek nû ava biken.

Niha rêzdar Papoulias heta roja Pêncşemê wext heye ku rêkeftinekê bo avakirina hikûmetek hevalbend bide çêkirin. Eger ew bi ser nekeve Yûnanistan dê neçar be li meha şeş hilbijartinên nû encam bide.

XS
SM
MD
LG