Breaking News

Serokên Îraq û Herêma Kurdistanê li Selaheddînê Kom Dibin

Barzanî û Talebanî roja Çarşembî li Selaheddînê civîyan.
Barzanî û Talebanî roja Çarşembî li Selaheddînê civîyan.

Serokê Îraqî Celal Talebanî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja Çarşembî li bajarokê Selaheddîn kom bûn.

Di wê kombûnê de, Sekretêrê Giştî yê Yeketîya Niştîmanîya Kurdistan û Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê liser rewşa Îraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybet gotûbêj kirin û behsa reforman kirin.

Li gor malpera Serokatîya Herêma Kurdistanê, herdu rêberan “tekez li pêwîstiya parastina asayîşa Kurdistanê û xurtkirina li nav mala Kurdistanê kirin.”

Civîna Barzanî û Talebanî di demekê de ye ku sê komelên opozisyonê li herêma Kurdistanê daxwaza hilweşandina hikûmeta Herêmê dikin.

Goran, Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî roja Sêşembî li hev civîyan û daxwaza pêkanîna hikûmeteka demkî kir bi razîbûna hemû alîyan.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG