Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Yunanistanê Seredana Tirkiyê Dike


Serokomarê Tirkiyê R. T. Erdogan û Serokwezîrê Yunanistanê Alexis Tsipras
Serokomarê Tirkiyê R. T. Erdogan û Serokwezîrê Yunanistanê Alexis Tsipras

Serokê hikûmeta Yunanistanê Alexis Tsipras, roja Sêşemê bi seredanek fermî giha Tirkiyê, ev seredan pêkhat dema têkiliyên Tirkiyê û Yinanistanê di aloz in.

Aloziyên di nava Tirkiye û Yunanê de zêde bûn bi taybet piştî hin leşkerên Tirk di dema derbeya leşkerî ya neserkeftî de li havîna sala 2016an reviya bûn Yunanistanê.

Tê texmînkirin ku, serok hikûmetê Yunanistanê ligel berpirsên Tirkiye hejmarek xalên girêdayî têkiliyên herdu welatên endam di hevpeymaniya NATO de, gotûbêj bikin, ji wana pirsa nakokiyên li herêma derya Îce û dîtina gazê li rojhilatê derya Spî ya Naverast.

Herwiha di rojeva civînan de pirsgirêka dabşebûna herdu Qibrisan heye, dabeşbûna ku herdu pêkhateyên etnîkî yên Girîk û Tirk ji hev cûda kirine. Hewlidana aştiyane ya cardî yekgirtina herdû aliyan li girava Qibrs li sala 2017an hatbû kirin lê wê hewildanê sernegirt bû û bê encam ma.

Alexis Tsipras demek kurt piştî gehiştinê got, ev seredan "firsendeke ku em bikevin ser hêla satin ya danûstendinek bi bawerî geşbîn di rojeve danûstendian de jibo berjewendiya gelên me li herêmê".

Ji hejî bîrxistinêye ku di dema hewildana derbeya leşkerî de li Tirkiyê 8 efserên Tikiyê bi helîkopterkê reviya bûn Yunanistnaê, Tirkiyê radestkirina wan ji desthilata Atîna xwest bû, lê heta niha nehatine radest kirin ev yek bûye sedema gûr bûna aloziyan di navbera Tirkiyê û Yunanistanê de.

XS
SM
MD
LG