Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan Karvekişîna Xwe Ragihand


Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan karvekişîna xwe ragihand.

Pashinyan dîyar kir ku wî ‘’jibo ku rê liber hilbijartina pêşwext veke’’ biryareke wisa daye.

Li Ermenistanê, piştî protestoyên meha Gulanê, serokwezîrê wê demê Serj Sarkisyan karvekişîna xwe dabû.

Yek ji pêşengên protestoyan rojnamevanê berê û rêberê serhildayan Nikol Pashinyan bû.

Pashinyan, di meclîsê bang li partîya ku piranîya kursîyan di destê wê de ye kiribû ku rê li ber hilbijartina pêşwext vekin.

Karvekişîna Pashinyan di kanala neteweyî de bi awayekî zindî hat weşandin.

‘’Rewşa meclîsê rasteqînîya sîyasî ya nû ya welêt raber nake’’ Pashinyan got û dîyar kir ku ew dixwaze desthilatê radestî gel bike.

Li gor qanûnên Ermenistanê, ger meclîs du car nikaribe serokwezîr hilbijêre, gel dikare here ser sindoqan.

Tifaqa ‘’Gava Min’’, ku partîya Pashinyan ya bi navê ‘’Lihevkirina Sivîl’’ jî di nav de ye, di hilbijartina herêmî de li Yerevan ya paytaxta Ermenistanê 81 ji sedê dengan sitandibû.

XS
SM
MD
LG