Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîra Australyayê: Hêzên Me ji Afganistanê Zûtir Vekêşin


Komekeke Leşkerên Australî

Serokwezîra Australyayê Julia Gillard dibêje, welatê wê hemû hêzên xwe salekê pêş demê dîyarkirî anku li nav sala 2013’ê li Afganistanê vedikêşe.

Birêz Gillard di gotarekê de roja Sêşemê li Canberra, vekêşana pêşwext ya hêzên Australî ragihand.

Serokwezîrê got ku ew dixwaze piştgîrîyeke berfireh û navnetewî jibo vê biryarê dest bîne, dema endamên NATOyê li meha bêt li bajarê Chicago kom dibin. Xanim Gillard got, gelên welatên demokratîk yên cîhanê li hember vî şerî nîgeran in.

Birêz Gillarnd her wiha got, vekêşana hêzên Australî 12 heta 18 mehan berdewam dibe.

Nuke 1.500 leşkerên Australî li herêma Uruzgan ya Afganistanê ne. Xanim Gillard dîyar kir ku welatê wê heta piştî sala 2014’ê jî de hînkirina hêzên parastina Afganistanê berdewam be.

XS
SM
MD
LG