Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Herêma Kurdîstanê Nêçîrvan Barzanî li Tirkîyê ye


Serokwezîrê Herêma Kurdîstana Îraqê Nêçîrvan Barzanî jibo serdaneke fermî ya du rojî, do Çarşemê êvarê hat Tirkîyê.

Hevdîtina pêşî ya Nêçîrvan Barzanî îro li Enqerê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu pêk hat. Hevdîtin ji medyayê re girtî dewam kir.

Çaverê ye ku Nêçîrvan Barzanî di serdan xwe de bi Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul û bi Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdoganî re hevdîtinan pêk bîne.

Li gor ajansan, di hevditinên Nêçîrvan Barzanî û karbidestên dewleta Tirkîyê de, mijarên wek PKK, rewşa Sûrîyê û danûstandinên bazirganî yên di nav Herêma Kurdîstanê û Tirkîyê dê werin gotûbêj kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Serdana Tirkîyê, serdana yekê ya fermî ya Nêçirvan Barzanî ye, ku berî mehekê bû Serokwezîrê Herêma Kurdîstanê.

Nûçegîhana me Xecîcan Farqîn raportek li serdana birêz Barzanî amade kirîye ku hun dikarin bi lînka "Guhdarî kirin Raport MP3" guhdarîya vê raportê bikin.

Hevkarê me Dexîlê Şemo jî her li ser heman mijarê hevpeyvînek bi Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan (HAKPAR) Bayram Bozyel re kirîye.

Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.

XS
SM
MD
LG