Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îraqê: Armanca Peqînê Ez Bûm


Serokwezîrê Îraqê: Armanca Peqînê Ez Bûm

Serokwezîrê Îraqê Nurî El Malikî dibêje, peqînên vê hefteyê li hindûrê Herêma Kesk, bizavên jibo kuştina wî bûn.

Di hevpeyvîneke ligel Associated Press de, birêz Malikî got, agahîyên pêşîn destnîşan dikin ku peqîn divêbû dema ketina wî ya nav avahîya parlemanê biqewmîya.

Karbidestên ewlehîyê yên Îraqî jî do Înê ragihandibû ku armanca bombekirinaê serokwezîr bû. Di peqîna Duşemê de herî kêm 1 kes hatibû kuştin, çend kesên din jî birîndar bibûn.

Velokêr dibêjin, pêzanînên pêşîn nîşan didin ku ajotvan dixwest otomobîla xwe ya bi peqînkaran dagirtî li avahîya parlamenê, dema serokwezîr geheşte wê derê, bipeqîne.

Karbidestên li xala kongtrolê ev otomobîl paşve zivirandibû, jiber nebûna belgeyên pêdivî. Karbidestên Îraqî dibêjin, êrîşvan hinge çûye parkeke nêzîk û otomobîla xwe li wê derê peqand.

XS
SM
MD
LG