Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Qatarê Dibêje Serokê Sûrîyê bi Sozên Xwe Nake


Serokwezîrê Qeter Şêx Hemed bin Casim al-Thani
Serokwezîrê Qeter Şêx Hemed bin Casim al-Thani

Serokê Yekîtîya Ereb li ser Sûrîyê dibêje dîyar e ku hikûmeta Serok Beşar El Esed ne amade ye ku rêbaza xwe biguhere.

Serokwezîrê Qatarê Şêx Hemed bîn Casim el Thanî, di civîneke çapemenîyê ya hevbeş ya ligel Wezîra Derve ya Amerîka, Hillary Clinton de, roja Çarşemê li Washington, got Sûrîyê sozên xwe bo rawestandina kuştina sivîlan û berdana girtîyan pêk nanîye.

Ev têbînî hatin dan, çend demjimêran piştî ji axaftina birêz Esed ligel piştgirên xwe li Şamê ku ew dibêje hikûmeta wî dê wan “planên” li pişt xwepîşandanê rikeberîyê yê deh mehan têk bide.

Ev bûye deh meh ku xwepêşandên dijî rêjîmê li Sûrîyê dom dikin. Di axaftineke televizyonî de roja Sêşemê, wî soz da ku “destekî hesinî” li dijî “teroristan” bikar bîne. Ew îdia dike terorîst serhildanê bi rê ve dibin.

Tundî û tûjî Roja Çarşemê li Sûrîyê dom kir bi êrîşeke mûşekan li ser bajarê Himusê ku navenda xwepêşandanan e. Di êrîşê de rojnamevanê televîzyoneke Fransî hate kuştin û bi kêmî ve rojnamevanekî din yê bîyanî birîndar bû.

XS
SM
MD
LG