Di hilbijartinên Tirkîyê de partîya desthilatdar, Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) serkeftineke girîng dest xist, lê negeheşt hejmara 367 ku jibo guhartina destûrê pêdivî ye.
Bi jimartina hemî dengan, Partîya Dad û Pêşvebirinê ya Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan nêzîkî % 50 hemî dengan wergirt. Opozîsyona serekî Partîya Gel ya Komarî (CHP) jî % 26 û Partîya Gel ya Neteweperwer (MHP) jî 13 dengan wergirtin.
Birêz Erdogan encamên hilbijartinê wekî serkeftina demokrasî, îstîqrar û aştîyê binav kir. Lê, partîya wî hewceyî 40 kursîyan e ku qanûna bingehîn biguhere û divê AKP piştgirîya partîyeke din bixwaze.
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan soza guhartina qanûna bingehîn dabû ku li sala 1982’an, ji alîyê leşkeran ve hatibû nivîsin.
Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) ya Kurdan jî serkeftineke girîng dest xist û 36 kursî qezenc kirin.