Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkîyê Frasanyê bi Jenosîdê Tawanbar Dike


Serokwezîrê Tirkîyê Frasanyê bi Jenosîdê Tawanbar Dike
Serokwezîrê Tirkîyê Frasanyê bi Jenosîdê Tawanbar Dike

Tirkîyê Fransa tawanbar kir ku berî 60 salan tevkujî li Cezayîrê kirîye.

Daxuyanîya Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan ya îro Înê, rojekê paş biryara qanûndanêrên Fransî tê ku haşakirina jenosîda ku ji alîyê Osmanîyan ve li dijî Ermenîyan ya dema Şerê Cîhanî yê Yekê dike sûc.

Ermenî dibêjin, pirtir jî 1.5 mîlyon Ermenî li dema Şerê Cîhanî yê Yekê, bi destê hêzên Împaratorîya Osmanî ya Tirk ve hatine kuştin, ku dîrokzan dibêjin yek jî qirkirinên herî xirab ya sedsala 20’an e.

Li hember wan îdîayan, Tirkîyê pênasînê dike ku hîn Ermenî jîyanên xwe hinda kirin, lê îdîayên tevkujîyê qebûl nake û dibêje, hejmara kuştîyên Ermenî tê zêde kirin.

Wekî bersîvdana biryara parlemana Fransî, Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Înê got, koloanyalîstên Fransî, li sala 1945'an 15 ji sedê nîfûsa Cezayîrê qir kirîye.

Birêz Erdogan got, derbazbûna pêşnîyarê, bi zelalî nîşan dide ku çawa nîjadperestî û hêstên dijî Misilmanan li Fransa û li Ewrupayê geheştîye asteke wusa bilind.

Qanûna Fransî her kesekî ku jenosîda Ermeniyan bi eşkereyî red bike, heta 1 sal cezayê zindanê û bi 59.000 dolaran ceza dike.

Li ber e, qanûna jenosîdê were pêş civata jorîn ya parlemanê anku Senatoyê Fransî.

XS
SM
MD
LG