Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdozgerîya New Yorkê bo Sarraf Daxuyanî Da


Rıza Sarraf
Rıza Sarraf

Serdozgerîya New Yorkê ser nûçeyên ku îdia dikirin ku Reza Sarraf wenda ye daxuyanî da. Serdozgerîyê ji DHA’yê re, ku ajanseke nûçeyan ya Tirkîyê ye, da zanîn ku ‘’Riza Sarraf yê karsaz hîn li hepsa federal girtî ye’’

Medya Tirkîyê îdia kiribû ku Sarraf di serê meha Mijdarê de hatiye berdan û nayê zanîn ku li kû ye. Ser vê îdiayê, Wezareta Derve ya Tirkîyê notayeke nivîskî dabû Amerîka û derbarê wî agahî xwestibû.

Reza Sarraf, ku hemwelatîyê Îran û Tirkîyê ye, bi tohmeta sextekarîya banka, binpêkirina toleyên Amerîka yên dijî Îranê, ji salekê zêdetir e bi awayekî girtî li Amerîka tê darizandin.

Bo Sarraf 90 sal cezaya girtîgehê û 50 mîlyon dolar cezaya pere tê xwestin.

Sarraf dê 27’ê Mijdarê de derkeve pêşberî dadgeha bi jurî û li ber e ku îro cara dawî derkeve pêşrûnştinê.

XS
SM
MD
LG