Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sererastkirina ‘Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê’ li Tirkîye


Sererastkirina ‘Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê’ li Tirkîye
Sererastkirina ‘Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê’ li Tirkîye

Sererastkirina Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê” TMKê" ya têkildarî zarokên Kurd ku ev weke zarokên ku kevir di avêjin tê nasin, bu qanûn. Qanûn 21 Tîrmehê li Lijneya Giştî ya Parlemantoyê hat qebûlkirin.

Pêşnumeya yasaya derbarê zarokên mexdûrên TMKê de, piştî hevdîtinên ku 2 rojan dewam kir, li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê hat qebûl kirin. Li gor vê yasayê, sînorê cezayê dê ji salek û nîvê dakeve 6 mehan. Sînorê jorê cezayê 3 sal e. Ev kes dê indî li dadgehên cezayên asliyê bên darizandin. Ceza, ji bo kesên meş û xwepêşandanan organîze dikin jî, di rêjeya nêvî de dê be zêdekirin. Her wiha li gor giraniya sûc, dê li gorî xala 265 a TCKê, ji 3’an dê yek ceza bê zêdekirin

Cezayê ji bo kesên di meş û xwepêşanandanan de, amûr û çekên mirovan birîndar dike û zerarê didin derdorê dê bê daxistin. Sînorê vê cezayê ji 2 salan, dê dakeve 6 mehan, sînorê jor jî, ji 5 salan dê dakeve 3 salan. Zarok, ger beşdarî meş û xwepêşandanên girseyî yên li dijî qanûnan bibin û propagandayê rêxistinê bikin dê wek ''Sûcê terorê'' kirine neyên darizandin. Li gor vê yekê, zarokên ku weke maxdurên TMK tên zanîn dê bên berdan. Zarokên bên berdan jî bo wan ''Tedbîra ewlehiya taybet'' nayê kirin. Hêjayê gotinêye ku nêzikê 3000 zarok tên dadgeh kirin û 300 zarok jî neha di girtigehan de ne.

Zarok, li Dadgehên Cezayên Giran ên xwediyên erkê taybet nayên darizandin. Dê hikmên lêpirsînê û pirsiyariyê li gor van dadgehan pêk neyê. Li gorî vê yekê, zarokên di çarçoveya qanûna TMK'ê de tên sûcdarkirin jî dê li dadgehên zarokan bên darizandin. Di sûcên terorê de ji bo zarokan dê lêgerîna berdana bi şert pêk neyê anîn. Li gor viya, ger şert û mercên tên dîtin hilnegirin, zarok dê bi şert bên berdan. Heta dîroka pêşnume bû zagon û ket fermiyetê, yên derbarê wan de biryara ceza hatine dayîn ger di nava 15 rojan de serî li dadgehan bidin, biryarên derbarê wan de dê paşde bên kişandin. Lê careke din derbarê wan de dê dîsa hikûm bê avakirin.

Li gor yasayê zarokên ku cara yekem suc kirine an kevir avêtine dê di şuna girtinê de bi karên sosyal weke kitêb xwendin an xebatên sosyal werine perwerde kirin.

Bi vê yasayê xala ku “ew kesên ne endamên rêxistinên terorêne lê li ser navê rêxistinên terorê suc dikin dê ji “Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê” TMKê” were derxistin. Her wiha zarok ji dê indî bi “endamtiya rêxistinên terorê” neyên ceza kirin.

Ev pêşnuma di çarçoveya rêvekirina pirsgirêka Kurd de hatibu rojevê. Hêjayê gotinêye ku ji partiyên opazisyonê BDP piştigiriya vê yasayê kir; CHP piştigiriya hin xalên yasayê kir lê partiya MHP li ber vê pêşnumeyê derket û beşdarê runiştina yasayê nebu.



Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG