Auckland bû yekem bajarê mezin ku pêşwaziyê li sala nû bike û bi lîstikên agirîn sersalê pîroz bike, bi hezaran kes li wî bajarê New Zealandê kombûn da ku bibin şahidên kêfxweşî û lîstikên agirîn yên sersala 2024ê.
Li Sky Tower ya bajêr lîstikên agirîn hatbûn danîn ku 5 xulekan dom kirin û pişt hejmartina 10 bo 0 fîşekên agirîn û ronahiyê hatin teqandin.
Lê berî New Zealandayê, girava Kiribati yê avên okyanûsa Pasîfîkê ye ku girava wê ya biçûk ku bi Kiribati ango girava Krismisê tê nas kirin di demjimêr 10:00 AM GMT de ket nav sala nû.
Di heman demê de li Austuralya pêşbaziya teqandina fîşekên agirîn hat destpêkirin û ahnegên sersalê hatin gêran.
Li Austuralya bajarê Sydney dibe navenda sereke ya pêşandana teqandina fîşekên agirîn û lîstikên agirîn yên herî navdarin li cîhanê ku tê texmîn kirin ku li seranserî cîhnaê nêzî 425 mîlyon wê temaşe dikin.
Jêder: AP/The Independent