Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komandarê PYD'ê: Serxwebûn ne di Berjewendiya Kurdan de ye


Komandarekê Partiya Yekîtiya Demokrat dibêje ku serxwebûn ne di berjewendiya Kurdan de ye.

Hesen, komandarê PYD’ê li Efrînê gote Dengê Amerîka ku jiber pêkhat û demografiya Sûrîyê “nabe Kurd bi serê xwe weke dewletekê jiyan bikin.”

Komandar Hesen herwiha dibêje ku hem hikûmeta Sûrî û hem hêzên Ereb yên opozisyonê ne amade ne ku pênasînê bi nasname û daxwazên Kurdan li Sûrîyê bikin.

Piştî vekişana hêzên rejîma Sûrî li Efrînê, Paritya Yekîtiya Demokrat wê deverê kontrol dike.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG