Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sesame Street Serdana Zarokên Penaber yên li li Kampan Dikin


Şerên seranserê Rojhilata Navîn, bandoreke gelek xirab li ser zarokan çêkirîye, ku endamên herî mexdur yên civakê ne. Şerê sîvîl yê Sûrîyê niha di sala heftan de ye. Herçende herêmên Îraqê yên ku li jêr kontrola DAIŞ'ê nemane, hêş bi mîlyonan zarok bi vî temenê biçûk li kempan jiber vî şerî tuşî rewşên pir dijwar bûne.

Lê, rêxistina xêrxwazî ya Amerîkî, ku programa hezkirî Sesame Street amade dike, dibêje ku ew qehramanên/karakterên xwe yên şîrîn dişîne van welatan ku ken û dilgeşî bîne û hêz bide zarokên bandorbûyî ku zûtir baş bin.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, cîgira programa Sesame jibo karîgerîya civatî ya navneteweyî, Shari Rosendeld got rêxistina wê hevkarî digel Komîteya Rizgarkirinê ya Navnetewî (IRC) jibo perwerdeya zûwext heta alîkarîya zarokan û malbatan bike heta baş ji trawma derbaz bin.

“Emê wê alîkarîyê bi 2 rêka bigehînîn wan: 1 xizmeteke rasterast jibo 1.5 mîlyon zarokên herî şikestî, herwiha bi rêka weşana perwerdeyî ya radyo û televîzyonê ku 9.4 mîlyon zarok li seranserê Iraq, Urdun, Lubnan û Sûrîyê dê mefayê jê wergirin.

“Di Berfanbara 2017’an de programa 100&Change ya Sazîya MacArthur Foundation, ku alîkarîya diravî dide bernameyên çareserkirina kêşeyên girîng yên nûjen, $100 mîlyon dolar xelat da Sesame Street û IRC ku vê projê bînin jîyanê, “Rosendeld got.

Rosenfeld got ku bername dê rengekî Sesame Street yê xwecihî nîşan bide da ku peyamên perwerdeyî ya karîger yên derbarê ziman, matematîk û reftarên civakî bide zarokan.

Şûna karanîna navên karakterên bernamê yên wek Elmo, Big Bird û Cookie Monster, ew dê navên xwecihî hebin û bi zimanên Erebî û Kurdî biaxifin.

Rosendeld dibêje ku bernameyên wan ne tenê bi rêka televîzyonê, lê herwiha di platformên dîjîtal yên WhatsApp de jî berdest bin.

Ev programe herwiha dê raste rast alîkarîya zarokan û dêûbavan bike li navendan ku jibo wan kel û pelên fêrkirina tiştan hene. Karkerên wan yên perwerdekirî, dê seredana malan bikin û çend gerên xizmetkarîye bidin 800.000 xizmetkaran heta bandora stresên giran ji zarokên heta 3 salî kêmtir bikin.

Stresa giran, dema pêşveçûna mêjîya zarokan bi dijwarîyên dirêjdemî asteng dibe çêdibe û dibe sedem ku zarok xwe bêşînin, hewila xwekuştinê bidin û reftarên êrîşkar nîşan bidin.

Rêxistina xêrxwazî û mafên zarokan, Save the Children dîyar kir ku bi mîlyonan zarokên Sûrî, ku şer dîtine, niha rûbirûyê "stresa giran" in û alîkarîya demûdest pêdivî ye ku zîyanên ser wan nebin mayînde.

Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya zarokan, UNICEF texmîn dike ku 1.75 mîlyon zarokên Sûrî hêş nikarin biçin xwendingehê û 2.6 mîlyonên din jibo parastina jîyana xwe, wek penaberan dijîn.

UNICEF dibêje ku li Îraqa cîran pitir ji 1 mîlyon zarok jiber şerê dijî DAIŞê bê şûn û war mane û ew pêdivî alîkarîyê ne.

Karbidestên Îraqî taybetî derbarê zarokan yên ji alîyê DAIŞ'ê ve hatibûn perwerde kirin, xemên xwe dîyar kirine Karbidestên dijîterorê da zanîn ku dora 2,000 zarok hewceyî terapî ne, piştî ku mêjîyê wan ji alîyê DAIŞ'ê ve hatine şûştin.

Dezgehên mafan dibêjin piranya zarokên hatîne eşkencedan bi tundî û tûjîyeke giran, xwendkarîyeke wesa baş wernagirin.

IRC bal dikşîne ku ji wan mîlyar dolarên bi alîkarîya mirovahî tê xerc kirin, bes 2 ji 100’ê bo perwerde û pêşvebirina zarokan tê terxandin.

Rosenfeld got ku projeya wan pêdivîyên zarokan ya rizgarbûna ji tundî û tûjîyê bi cîh bîne û bal bikşîne ser babetên girîng yên rêzgirtin û têgiheştina dualî, pirrengî û hembêzkarî û wekhevîya rêgezan.

Eger ev bername di anîna encamên xwe de serkeftî be, ev dezgehe dê hewil bide karê xwe li ser welatên din yên kêşebar berfireh bike.

Ev bernama Sesame bi çend curên xwecihî li herêmên wek Afghanistan, Nîjerya, Fîlîstîn, Îsraîl û Kosovo jî hatîne belav kirin.

Li gundewarên Afganistanê, ku mafên jinanên kêmin, bi taybetî ji alîyê komên tundrê ve. Bernama Sesame Street ya xwecihî, bi navê Bexça Simsim, bihêzkirina keçan kiriye armanc. Bernamê karaktereke keç ya daneye ku hîcab li serî ye. Ew keç 6 salî ye û dixwaze biçe xwindingehê û xewnên mezin bo paşeroja xwe hene.

Lêkolîneke ajansê xuya kiriye ku zarokên temeşa Bexça Simsim dikin, 29 ji 100ê ji wan bawerîya wa bi yekhevîya kûr û keçan heye, beramber zarokên din li xwendingehê ku temeşa bernamê nakin.

Di lêkolîneke din de, zarokên Îsraîlî û Fîlîstînî ku bernamê temaşe dikin, xuya dikir ku ew pitir li reftarên zarokên din têdigehin û dikarin bi axiftinan kêşêyên xwe bînin ser ziman.

Hin pispor dibêjin ev xwendin dê peyameke tolerans û lêxweşdîtinê bide wan û herwiha wek alaveke dijî terorîzmê dikare bikar were.

Naomi Moland, mamosteya American University li Washington ku li bernama Sesame Street bi zimanê Nîjeryayî dixwîne, dibêje amadekarên bernamê hewil dan ku bi awayê nerasterast şerê dijî Boko Haram bikin.

Koma tundrê, ku navê wê ‘Xwendina Rojhilatê qedexeye’ bi sedan keç ji xwendingehên sekulêr dûr xistîne.

Moland ji Dengê Amerîka re got ku di warê wekhevîya regezan de, bi taybetî li deverên ku Boko Haram çalak e, gotina “divê keç herin xwendingehê” jî peyameke dijî terorê ye jiber ku ew koma tundrê dijî wî tiştî şer kir.

Wê got derhênerên bernama xwecihî, bi navê Sesame Square, ditirsin ew ji alîyê Boko Haram ve bên armanc kirin an jî bernama wan boykot kirin.

Moland herwiha got ku ew dê tiştên wek ‘eger me tenê xeletîyek kir, kesek li Bakurê Nîjerya êdî temaşe bernamê neke, jiber ku hindek îmamên tundrê belku bêjin bername bo zarokan ne guncaw e.

Di pirtûka xwe ya nû ya bi navê Can Big Bird Fight Terrorism? Children's Television as Soft Power in Nigeria de, Moland bi bîr tîne amadekarên programê rastî hîn arîşeyan hatine: Pesindana pirkulturî bê ku kûrkirina ferq û cudabîrîyan û pêşhikûmbûna ser kesên din û guhertina naveroka bernamê li gor rastîyên zarokên Nîjeryayî.

“Bi nêrîna min Sesame Street di bernama nû ya jibo penaberên Sûrî de rastî pirsgirêkên mezin were:

Tu dê çawa tiştekî rastbîn pêşkeşî zarokan bikî ku wan bi trawma û penaberbûna wan ve girêde û hêvî bide wan da ku hîn tişt dikarin bêne guhertin û belku reftarên wan ligel kesên ji wan cuda erênîtir bin,” Moland dipirse!

XS
SM
MD
LG