Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bo Sessions li Seranserê Amerîka Wê Protesto Dar Kevin


Organîzatorên li seranserê Amerîka bang li Amerîkîyan dikin ku Serok Donald Trump, jiber ku wî Wezîrê Dadê yê Amerîka Jeff Sessions ji kar dûr xistîye xwepêşandanan li dar xînin.

Li ber e ku protesto li tevî 50 eyaletên Amerîka, li Puerto Rice û Giravên Virgin jî pêk werin.

Organîzatorên protestoyan, ji Amerîkîyan dixwazin ku bo dîyarkirina beşdarbûna xwepêşandanan ji ser înternetê îmza biavêjin. Hîn eşkere nebûye ku dê çiqas kes here xwepêşandan.

Çaverê ye ku protestoya li Washington ya paytaxt, li pêş Qesra Sipî li dar keve.

Sessions roja Çarşemê ser daxwaza Trump karvekişîna xwe ragihandibû. Li şûna Sessions, dê sekreterê wî yê giştî Matthews Whitaker karên wezareta dadê bimeşîne.

Organîzator jiber daxuyanîyên Whitaker ya derbarê vekolîna Rûsya dixwazin ku ew ji vekolînê vekişe û bang li Kongresê dikin ku berevanîya dozgerê taybet yê vekolîna Rûsya bike.

Whitaker piştî karvekişîna Sessions, dîyar kiribû wezîrê nû yê dadê dikare budçeya Dozgerê Taybet yê Vekolîna Rûsya Robert Mueller kêm bike û dabû zanîn ku vekolîn dê pêşde neçe.

Trump gelek caran vekolîna Mueller ya ser Rûsya rexne kiribû û tawanbarkirinên ser hevkarîya bi Rûsya re red kiribûn.

XS
SM
MD
LG