Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sessions Hevdîtina bi Balyozê Rûsî Pejirand Û ji Lêpirsînê Vekişîya


Wezîrê Dadê yê Amerîka Jeff Sessions

Wezîrê Dadê yê Amerîka Jeff Sessions do Pêncşemê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku wî xwe ji lêpirsîna Trump-Rusya vekişandîye.

Washington Post'ê di nûçeyekê îdîa kiribû ku Sessions, par di Tîrmeh û Îlonê de, du car ligel balyozê Rûsî yê li Washingtonê Sergei Kislyak civîyaye.

Piştî giwaştinên jibo karvekişîna wî, Sessions îdîa pejirandin û dîyar kir ku ew bangên ser vekişîna wî mafdar dibîne.

Wezîrê dadê da zanîn ku di hevdîtinên bi balyozê Rûsî de, ew ser teror, Ukrayna û Qirimê axifîne, lê wan qala hilbijartinên Amerîka nekiriye.

Sessions, piştî bûbû berbijêrê wezîrê dadê, li pêş Civata Senatora gotibû ku ew bi Rûsan re neketîye ti peywendîyan.

Hêjayî bîrxistinê ye, ji rêvebirîya Donald Trump, şêwirmendê wî yê ewlekarîya neteweyî Michael Flynn jiber hevdîtinên bi rêvebirên Rûsan re karvekişîna xwe dabû.











XS
SM
MD
LG