Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sezaî Temellî: Dema Destûrnameya Lîbayayê HDP dê Bêje Na



Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP ) Sezaî Temellî, di Kongerya HDPa Batmanê de li ser pêşketinên di rojevê de axivî.

"Şerê Sûrîye têrî nedikir îca neha dora şerê Lîbyayê ye. Dema destûrnameya Lîbayayê anîn parlamenê, me çawa ji destûrnameyên Sûrîye û Iraqê re got 'Na' emê ji ya Lîbayayê re jî bêjin Na!"

Hevserokê HDPê pirsî ku ka çi karên leşkerên Tirkiye li Lîbya heye.

Wî daxuyakirin her destûrnameyek operasyon an hinartina leşkeran ji bela, wêranî û şer pêştir tiştek nedaye.

Temellî got divê polîtîqayên Tirkiye jibo aşitîyê bin lê Tirkiye li gorî polîtîqaya hundir, polîtîqaya derve birêvedibe.

"Rojek li ber derîyê Putîn e, rojek li ber yê Trump. Gavek wan li Sûrîyê ye ya din li Lîbyayê. Di nav vê kaosê de Tirkiye ji vir kaş dikin ber wir. Ked û îrade û paşeroja gel tune dikin û di polîtîqayên şer de dest ji îsrarê bernadin."

XS
SM
MD
LG