Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistinên Mafên Mirovan Piştigirî Didin Sezgîn Tanrikulu


Rêxistinên mafên mirovan ser piştgirîya jibo parlamanterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikulu daxuyanîyeke hevbeş weşandin.

Di nav 58 rêxistinan de, rêxistinên wek Yekîtîya jibo Demokrasîyê, Yekîtîya Doktorên Tirk, Foruma Çandê ya Tirk û Almanan, Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê hene.

Wan rêxistinan di daxuyanîyê de dîyar kirin Sezgîn Tanrikulu ne bi tenê ye û wî karê xwe bi cîh anîye.

Tanrikulu di rojên borî de Hêzên Çekdar yên Tirk (TSK) rexne kiribû û gotibû ku wê gund şewitandine û gundî ji helîkopteran avêtine.

Wezareta Dadê ya Tirkîyê îro Pêncşemê destûr da serdozgerîya Enqerê ku ser Tanrikulu dest bi lêpirsînê bike.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku Tanrikulu muswedeyê terorîstan e û dîyar kir ku ewê hiqûq çi hewce be bike.

Lêxweşbûna Navneteweyî (Amnesty Inernational) jibo Tanrikulu banga rawestandina êrîşên devkî kir.

Amnesty dîyar ku divê ew êrîş rawestin û Tirkîye rê bide parêzvanên mafên mirovan ku ew bi awayekî azad û ewle bixebitin.

XS
SM
MD
LG