Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokê HDP'ê Temellî li Wanê Beşdarî Hin Bernameyan Bû


Hevserokê Giştî yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, jibo tevlîbûna hin bernameyan hate bajarê Wanê û ligel nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civînek pêk anî.

Temellî di axaftina xwe de ser mijarên têkildarî rewşa aborî û sîyasî ya Tirkîyê peyîvî.

“Berî çend rojan budçeya giştî ya Tirkîyê di meclîsê de hate pejirandin. Ji vê budçeyê nêzî 260 hezar Lîra jibo polîtîkayên ewlekarî û yên şer hatine veqetandin. Pirsgirêka herî mezin ya rûniştvanan xîzanî ye.”

Temellî îdia kir ku hikûmet budçeya welêt jibo şer bikar tîne. “Ev hikûmet tenê dikare xwe bi şer bide jîyandin. Her roj bi sedema xîzanîyê mirov neçar dimînin û bi sîyanûrê xwe dikujin. Li ser civakê zulum tê ferz kirin.”

Temellî didawîya axaftina xwe de got ku heta hikûmeta AKP’ê ji destlihatê neyê xistin, pirsgirêkên Tirkîyê wê çareser nebin.

AA_12_03_19_Temellî_Wan
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:35 0:00


XS
SM
MD
LG