Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

STJ: Armanca Avakirina Komgehan li Efrînê Guhertina Demografîk E


Afrin protest
Afrin protest

Rêxistina Sûrîyên jibo Rastî û Dadmendî (Syrians for Truth and Justice) eşkere kir ku armanca avakirina komgehan li Efrînê guhertina demografîya vê herêma Kurdî ye.

Rêxistina ku navenda wê li Parîs ye, di raporteke xwe de bi rêya dîdarên ji hindur herêmê û wêne û dîmenên ezmanî avakirina komgehan belge kiriye, ku ev pêvajo li kaşê Çîyayê Lêlûn li başûr rojhilata bajarê Efrînê tê kirin.

Derbara kesên di van komgehan de tên cîh kirin Serokê rêxistinê Besam El-Ahmed got ku bi sedan xanî hatine ava kirin, ku malbatên komên çekdar tê de tên cîh kirin.

"Bi awayekî serekî ev xanî li endamên komên çekdar tê belav kirin, herwiha jibo nixumandina ser armancên vê pêvajoyê beşek ji xanîyan li sivîlên derbider jî tê belav kirin, ku qaşo karekî mirovî ye, lê rejeya wan pir hindik.

Bi sedan xanî hatine avakirin, ku bi sedan malbatên komên çekdar tê de tên bi cîh kirin, bi awayekî serekî ev xanî li endamên komên çekdar tên belav kirin, weke El-Cebha El-Şamîyê, Ceyş El-Îslam û komên din, jibo nixumandina ser armancên vê pêvajoyê beşek ji xanîyan li sivîlên derbider ji parêzgehên Sûrî weke Hums, Hema û Şamê tê belav kirin, ku qaşo karekî sivîl û mirovî ye, lê rejeya wan pir hindik e.

Çend alî hene pitgirîya vê pêvajoya avakirina komgehan anku mêtêngehan dikin, di serî de desthilatdarên Tirk herwiha meclîsa xwecîhî ya Efrînê ku ji alîyê Tirkîyê ve hatiye erkdar kirin, ew vî karî bi rê ve dibin û erêkirinê didin komên çekdar, piştre hevrêzî bi hin rêxistinên mirovî re tê kirin weke IHH ya Tirkî El-Rehmê ya Kuweytî û hinên din, ku di bin navê alîkarîyê de madeyên avakirina komgehan pêşkêşî çekdaran dikin.

Armanca bingehîn ji avakirina komgehan, çêkirina guhertineke demografîk ya kûr li Efrînê ye, bi zelalî xuya dike ku Tirkîyê stratîjîyeke wê ya demdirêj di vê çarçovayê de heye, ew dixwaze hebûna Kurdan li bakurê Sûrîyê jinav bibe, çimkî ev herêm bi piranîyeke Kurdî tên nas kirin, jixwe destdanîna ser arazî û milkê xelkê dê rê li ber derbiderên Efrînî li Şehba û deverên din bigre, ku vegerin warê xwe."

Li gor raporta (STJ) avakirina komgehan li ser arazîyên giştî tê kirin û di bin çavdêrîya rasterast ya walîyê Hatay (Rahmi Doğan) de, ku ew hemû biryarên destdanîna ser arazîyan û dabeşkirina komgehan li ser komên çekdar, distîne.

Gêrîdayî alîyên ku di vê pêvajoyê de cîh digrin El-Ahmed dîyar kir: “Di serî de desthilatdarên Tirk herwiha meclîsa xwecîhî ya Efrînê ku ji alîyê Tirkîyê ve hatiye erkdar kirin, ew vî karî rê ve dibin û erêkirinê didin komên çekdar, piştre hevrêzî bi hin rêxistinên mirovî re tê kirin, ku di bin navê alîkarîyê de madeyên avakirina komgehan pêşkêşî çekdaran dikin”.

Herwiha di raportê de tê eşkere kirin ku pêvajo bi avakirina çend komgehan dawî nebûye, ku tê plan kirin hemû kaşê Çîyayê Lêlûn bi komgehan were tijî kirin, anku bajarekî nû li kêleka bajarê Efrînê yê heyî tê çêkirin.

Derbara armancên Tirkîyê ji vî karî, El-Ahmed nêrîna xwe wiha şîrove kir: “Armanca bingehîn çêkirina guhertineke demografîk ya kûr li Efrînê ye, bi zelalî xuya dike ku Tirkîyê stratîjîyeke wê ya demdirêj di vê çarçovayê de heye, ew dixwaze hebûna Kurdan li bakurê Sûrîyê jinav bibe, jixwe destdanîna ser arazî û milkê xelkê dê rê li ber derbiderên Efrînî li Şehba û deverên din bigre, ku vegerin warê xwe”.

Di dawîya axaftina xwe de El-Ahmed hişyarî da ku di bin navê alîkarîya mirovî û karê xêrxwazî de gelek rêxistinên xwecîhî, herêmî û yên navdewletî fînanseya pêvajoya avakirina komgehan li Efrînê dikin, ku bi vê yekê ew dibin hevparê guhertina demografîk li herêmê û tiştê ew dikin dubendî ye li dijî şênîyê Efrînê yên resen.

NR_06_10_2022_Raporta_STJ
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:16 0:00
XS
SM
MD
LG