Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Vê Dawîyê Çima Hêzên Nû Şandine Bakurê Helebê?


Town of Til Rifat
Town of Til Rifat

Rûsya di rojên borî de hêzên xwe li herêma Şehba ya bakurê Helebê zêde kirine.

Li gor hin çavkanîyên meydanî, hêzên Rûsî xaleke leşkerî li gundê Hezwan ava kiriye û ala xwe li ser hildaye.

Moskowê herwiha hin hêz û çekên giran jî şandine wê herêmê ku li gundê Kifînê yê nêzî bajarokên Nubul û Zehra yên Şîayan bi cîh bûne.

Ev liva Rûsya li Şehba di vê demê de tê ku Tirkîyê gefa êrîşekê li dijî herêmê dike.

Çalakvan Egîd Roj ji Dengê Amerîka re got ku Rûsya topavêjek û hinek cebilxane şandîne deverê.

“Ev hêzên ku Rûsya anîne herêmê têrê nake ku li hember êrîşeke Tirkîyê ya dijî Şehba bibe bersîv, loma şandina vê hêzê armancên wê yên cuda hene. Dibe ku ew yek girêdayî amadekarîya Rûsya û rejîmê ya jibo operasyonekê li Îdlibê be, bi taybetî piştî derbazbûna Cebhet El-Nusra ya herêma Efrînê”.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li herêma Şehba tevî Hêzên Rizgarîya Efrînê, artêşa rejîma Sûrî bi cîh dibe, ku li bereyên bi deverên bin kontrola Tirkîyê û çekdarên bi ser wê ve sînordar in.

Roj, derheqa nexşeya belavbûna hêzên Rûsî û Îranî li wê herêmê dibêje ku 4 bingehên Rûsî li wê herêmê hene û hêzên Îranî jî xwedîyê bingeheke navbera gundên Bênê û Dêrcemalê ye û çend xalên wê yên parastinê jî hene.

Roj, helwesta Rûsya û Îranê ya dijî êrîşên Tirkîyê yên vê dawîyê lawaz dibîne û bi bîr dixe ku hin topên Tirkan li derdora bargehên wan ketin.

“Ev, li herêmê hêzên garantor in. Tevî ku ti gurhetin di belavbûna wan de li ser erdê çênebûye jî wan bertek li hember topbaran û bombebarana Tirkîyê nîşan neda.”

Roj îdia dike ku pirtir ji 6 hezar top û muşekên ku di 10 rojên êrîşan de li herêmê ketine, 25 leşkerên rejîma Sûrî kuştine û 30 jî birîndar kirine.

Hêjayî balkişandinê ye ku karbidestên Tirk herêma Şehba û bi taybetî bajarokê Til Rifet weke armanca êrîşa bejahî li kêleka Minbic û Kobanê dest nîşan dikin.

NR_12_02_2022_Hêzên_Rûsî_Şehba
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:24 0:00
XS
SM
MD
LG