Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derbiderên Efrînî Êrîşa Li Dijî YPGê Şermezar Dikin


Derbiderên Efrînî îro Yekşemê xwepêşandanek li pêşberî bingeheke leşkerî ya Rûsî li herêma Şehba, li dijî êrîşên Tirkî yên berdewam, pêk anî.

Xwepêşanderan bêdengîya Rûsya li hember êrîşa ezmanî ya Tirkî ku duh li dijî erebeyeke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêk hatibû, şermezar kir.

Hêjayî gotinê ye ku devera lê êrîş çêbûye nêzî 40 km ji sînorê Tirkîyê dûr e, loma çalakvanên Kurd balê dikşînin ku ev nîşaneya hin guhertinan e, çimkî ev cara yekê ye êrîşeke Tirkî wiha li tixûbê bajarê Helebê çêdibe.

Nîdal Îbrahîm ku di xwepêşandanê de berşdar bû got ku ev êrîş ji encama lihevkirinên civînên Mosko yên çaralî ye, “Hêzên Rûsya, Îranê û yên hikûmeta Şamê li herêmê hene, lê Tirkîyê ev êrîş pêk anî, ev tê wateya lihevkirin di navbera wan de heye, ku gelên Sûrî û bi taybetî Kurd berdêla vê yekê didin”.

Girêdayî bûyerê YPG'ê bi daxuyanîyeke çapemeniyê ragihandibû ku, Artêşa Tirk êrîşek bi balafireke dron li dijî hêzên wan li nahîya Ehdas ya Bakurê Helebê pêk anîbû, di encamê de 3 şervanan canê xwe ji dest dane û 2 jî birîndar bûn.

Fener Mihemed ji rola Rûsya bêzar e ev helwest nîşan da, “Her çiqas herêm di bin parastin û çavdêrîya Rûsya de ye lê ew bi berdewamî tê topbaran kirin û zarokên me dibin cangorî, Rûsya berê li Efrînê jî rê dabû Tirkîyê herêmê dagîr bike”.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ta amadekirina vê raportê rejîma Sûrî tu helwest yan daxuaynî derbara êrîşê de nedaye.

Herwiha Mihemed Beyrem rêvebir di Partîya Sûrîya Paşerojê dîyar kir ku drona Tirkî ne pêkane bê erêkirina Rûsya, ev êrîş bikira, “Rûsya welatekeî gerantor e, ew li herêmê çavdêrîya ezmanî dike, loma em dibêjin rola wê û hikûmeta Sûrî di vê bûyerê de heye, lê dîsa em ji Rûsya dixwazin bi erkên xwe rabe”.

Li gor çavdêrîya Rojava Information Center, Tirkîyê ji destpêka vê salê de 17 caran bi dronan êrîşî bakur û rojhilata Sûrîyê kiriye, di encamê de ji wan 7 sivîl bi gitşî 26 kes hatine kuştin herwiha 14 kes jî birîndar bûne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00

XS
SM
MD
LG