Rêberekî bilind yê Îranî û dadwerê giştî yê berê Ayetullah Mahmus Haşimî Şehrudî, piştî nexweşîyeke dirêj îro li Tehranê mir.
Şehrudî yê 70 salî, hevalbendekî nêzîk yê rêberê ruhanî yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî bû û ji alîyê pisporan vê wek kesê ku cîhê wî bigire, dihat dîtin.
Şehrudî sala borî bo dermankirinê çûbû Almanya, lê dema bizavkaran, bi sedema tawanên dijî mirovahî, doz li dijî wî vekiribûn, serdana xwe kintir kiribû û zivirîbû Îranê.