Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêveberîya xweser 25 Jin û Zarokên Êzidî Vedgerîne Şengalê


Berpirsê Mala Êzidî ya biser rêveberîya xweser a Kurdan li bakorê Sûriye got, 25 jin û zarokên Êzidî ewên livê dawîyê ji destê çekdarên Daîşê hatin azad kirin vegerandin Şengalê.

Mala Êzidî ya biser rêveberîya xweser ve ragehand, Hêzên Sûrîye Demokratik (HSD)ê 300 jin û zarok yên Êzidî lidema êrîşa dawiyê biser Baxozê azad kirin.

Di konferanseka rojnamevanî da berpirsê Mala Êzidî Ziyad Rostem got "îro 25 kes ko 10 jin û 15 zarok dane deste encumena Êzidîya li Şengalê."

Cemile Heyder ya 17 salî û yek ji jinên azad kirî, gote acansa France Press "hêşta sê xoşkên min diyar nine û min tû haydarî jin nemaye"

Êzidî yêt bone simbûla xem û nexoşîyan piştî êrîşa çekdarên Daîşê dijî Şengalê li sala 2014 ko bi hezaran jin û zarok di deste Daîşê da man.

Heta niha, HSDê 850 jin û zarokên Êzidîya yêt azad kirin û ji wana 300 jin û zarok li dema oprasyona Baxozê.

XS
SM
MD
LG