Malbat û welatîyên heremê îro Înê 11ê Septemberê di salvegera 25'an a êrîşên terorîstî yên 11’ê Îlonê li qada Bîrewerîya Niştimanî ya “Firokeya 93” li Shanksville, Pennsylvania kom bûn.
Di du merasîmên cuda yên li qada Bîrewerîya Niştimanî, 40 rêwî û xebatkarên firokeyê yên ku jiyana xwe ji dest dabûn, bi xemgînî hatin bîranîn.
Di merasîma sibê de, xizmên qurbanîyan navên 40 rêwî û xebatkarên Firokeya 93 ya United Airlines xwendin. Jibo bibîranîna wan zengil lê dan. Di demjimêr 10:03’an de, saeta ku firoke ketibû, beşdaran jibo rêzgirtinê deqeyek bêdengî pêk anîn û çelengek danîn.
Di merasîma piştî nîvro de, muzîk, axaftinên bîranînê û danîna çelengê li ber Dîwarê Navan pêk hat. Walîyê Pennsylvania Josh Shapiro, Wezîrê Navxweyî Doug Burgum û Gordon Felt, yê ku birayê Edward Felt rewî bû, di nav axaftvanan de bûn.
Di 11 Îlona 2001’an de, Firokeya 93’an ji Newarkê ber bi San Francisco ve difirî dema ku 4 endamên El-Qaîdeyê ew revandin. Rêwî û xebatkarên firokeyê bi telefonan ji êrîşên din agahdar bûn û hewl dan ku kontrola firokeyê ji terorîstan werbigirin.
Lê belê, firoke li nêzî Shanksville li zevîyekê ket xwarê, berîya ku bigihîje Washingtonê. Lêkolîner bawer dikin ku avahîya Kongreya Amerîkayê armanca wê êrîşê bû.
Herwiha, asîmanê ser qada Bîrewarîya Niştimanî jibo rêzgirtina li qûrbanîyan, ji dema rojavabûnê heta nîvê şevê dê were ronîkirin.