Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerek Destdirêjiyê Dike Ser Zarokek Şirnexê


Li navenda bajarê Şirnexê, leşkerek Tirk xwest destdirêjê zarokek 13 salî bike, lê bi qêrîna zarokê leşker hate girtin. 

Li gorî nûçeyek ku di Ajanasa Mezopotmaya da belav bû, şeva Sêşemê li navenda bajarê Şirnexê, leşkerek Tirk xwest destdirêjê zarokek 13 salî bike, lê bi qêrîna zarokê leşker hate girtin.

Ev bûyer cara pêşî ji aliyê Serokê Baroya Şirnexê Nûşirevan Elçî hate ragihandin û destnîşan kir ku Baroya Şirnexê dê mudaxilê vê lêpirisnê bibe da ku êrîşkar were cezakirin.

Li ser meda civakê ev bûyer deng veda û bi taga #Şrinexdengbide gelek parvekirin hatin kirin.

Wilayeta Şirnexê ragihand ku lişker jibo selametiya lêpirsinê jikar hatîye dûrxistin. Herwia hate destnîşankirin serbaz, dema ku xwestîye destdirêjê zarokê bike serxweş bûye.

Şeva Çarşemê leşker bi sûcê destdirêjîyê hate girtin.

Parlamentera berê ya Şirnexê û evuqata Baroya Şirnexê Aycan Îrmez jibo Dengê Amerîka behsa vê bûyerê kir. Wê da zanîn leşker di apartmana ku malbata keçikê dijî xwestîye destdirêjê keçikê bike. Paşê ku keçik qêrîn dike, ji dayika xwe re dibêje der û cîran dora leşker digrin.

Sê parlamemterên HDP yên Şirnexê piştî vê bûyerê pirsîyarnameyek peşkêşê parlamenê kirin û xwestin bûyerên destirêjîyan leşkeran li devera Şirnexê werin eşkerekirin.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin.

KHF Report
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:00 0:00


XS
SM
MD
LG