Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serkirdeyê Opozisyona Bahrên bi Zîndana Hetahetayê Tê Cezakirin


Rêberekî ayînî yê ku kesayetiya sereke bû di Buhara Erebî ya 2011an a welatê Behrên de, îro Yekşemê bi zîndana hetahetayê hate cezakirin bi tawanbariyên sîxuriyê.

Biryara dadgeha bilind a pêdaçûnan hat piştî ku dadgehekê nizimtir di meha Hizêranê de Şêx Elî Selman bê guneh dît.

Çalakvan û gurûpên mafê mirov dibêjin tawanbariyên dijî wî ji bingehên siyasî hatine û girêdayî karê wî ne wek kesayetiyeke serkirde ya opozisyonê.

Biryara dadgehê tê berî çend hefteyan ji hilbijartinên parlemanî yên Behrên ku wê bê beşdarbûna gurûpa siyasî ya Al-Wîfaq a ku Salman serkirdeyê wê bû, birêve biçin.

Di sala 2016an de, wek beşek ji fişara li ser opozisyonê, ji Al-Wîfaq, ku kutleyeke biçûk a opozisyona Şîiî ye li welatên Kendavê, hatibû xwestin ku xwe jihev bixe.

Piraniya xelkê Behrên Şîaa ne lê kêmkateya Sunnî li wir desthilatdar e.

XS
SM
MD
LG