Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herêma Şengalê Çi Diqewime?


Gelek Êzîdî ji destî DAÎŞ perîşan bibûn û cîh û warên xwe hêlabûn

Ev çend roj in pêşmerge û hêzên din yên Kurdan êrîş dibin ser bajarê Şengalê ku dever ji destê Dewleta Îslamî rizgar bikin

Destpêkê de hate ragihandin ku Şengal û jimareke nahîye û gund hatin rizgar kirin, lê niha jî te gotin ku hîn şer berdewam e.

Di hevpeyîneke taybet ya Dengê Amerîka de rojnamevan Ahmed Şengalî li ser rewşa ser erdê ya li Şengalê agahîyên balkêş dide.

Birêz Şengalî dide zanîn ku bajarê Şengal hîn di destê DAÎŞ de ye.

“Ne rast e ku Şengal rizgar bûye. Tenê nahîya Sinûnê hatiye rizgar kirin. Bi giştî 60 ji sedê hemê dever di destê DAÎŞ de ye.”

Rojnamevan Şengalî hişyarî dide ku eger hêzên Kurdî bu yek dengî tevnegerin, xeterî heye ku cîhên rizgarkirî carek din bikebe destê DAÎŞ.

please wait

No media source currently available

0:00 0:09:21 0:00

XS
SM
MD
LG