Lînkên eksesibilîtî

Amerîka Firotina Çekan ji Parêzkarên Erdogan re Radiwestîne


Rêvebirîya Trump pêşnîyarekê, ku rê dida parêzkarên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan çekên bi buhayê 1.2 mîlyon dolaran bikirin, paşve kişand.

Karbidestekî rêvebirîya Trump ji AP re got ku biryar jiber êrîşa parêzkarên Erdogan ya meha Gulanê ya hember xwepêşanderên aştîyane hate dayîn.

Demeke zûtir ya vê salê, rêvebirî ji Kongresê re gotibû ku ew plan dike ku destûr bide kompanya Sig Sauer ya li New Hampshire ku dabançeyên nîv-otomatîk û guleyên wan bifroşe Tirkîyê.

Ger ew pêşnîyar nehatiba paşve kişandin, hîngê ew çek ji rêka şîrketeke Tirkîyê re bigiheştana parêzkarên Erdogan.

Hêjayî balkişandinê ye ku qanûndanêrên Amerîkî yên ji her du partîyan, piştî êrîşa 16’ê Gulanê ya hember xwepêşandarên Kurd, bi awayekî pir zelal dijberîya xwe li ser wê fironê dîyar kiribûn.

XS
SM
MD
LG