Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêrwan Mela Îbrahîm: Opozisyon Nûneratîya Piranîya Miletê Sûrî Nake


Şêrwan Mela Îbrahîm.
Şêrwan Mela Îbrahîm.

Li gor çalakvanekê siyasî, her danûstandineka navbera rejîma Sûrî û opozisyonê serkeftî nabe li çareserkirina alozîya Sûrîyê, çûnkî opozisyon nûneratîya piranîya miletê Sûrî Nake.

Çalakvan û rojnamevanê Kurdê Sûrî Şêrwan Mela Îbrahîm dibêje, “bandora tu hêzên siyasî li ser xwepêşandanan li Kurdistana Sûrîyê nîne.” Wî got, hêzên siyasî yên Kurd ne xwedanê biryara encamdana xwepêşandanê ne, belku milet vê biryarê dide.

Şêrwan Mela Îbrahîm herwiha îdîa dike ku partîyên siyasî yên Kurd rolekê dileyizin ji bo vemirandina xwepêşandanên li dijî rejîma Sûrî.

Ji bo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Şêrwan re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li alîyê rastê vê rûpelê kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG