Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Piştrast Dike ku Nexweşxaneya Şîfa li Gaza jibo Lêpirsînê Girtî Ye


Îsraîlê îro Pêncşemê piştrast kir ku berpirsê Nexweşxaneya El Şîfa ya li Gaza jibo lêpirsînê hatiye girtin.

Artêşa Îsraîlê dîyar dike ku delîl nîşan didin ku Hamasê nexweşxane wek navendeke rêvebirinê bi kar anîye.

Li gor ragihandina artêşa Îsraîlê berpirsê nexweşxaneyê Dr. Mihemed Ebu Selamîyeh jî wê bikeve bin lêpirsînê bi sedema ku di bin rêvebirîya wî de Hamasê bi awayekî berfireh çalakîyên terorî li wir dimeşandin.


Artêşa Îsraîlê, ku di rojên borî de ketibû nexweşxaneyê, dîyar kiribû ku li binê nexweşxaneyê tunel û depoyên çekan hatine dîtin.

Artêşa Îsraîlê ser girtina Dr. Selamîyah zêdetir hûrgilî neda, lê Wezareta Saxlemî ya Filîstînîyan ragihand ku Ebu Selamîyah û hin doktorên li rêya ku bakurê Gaza li başûrê wê girêdide, li navendeke kontrolê hatine girtin.

Wezîrê Saxlemî ya Filîstînyan Maî El-Kayla got ku girtina doktoran nîşan dide ku Îsraîl çawa hiqûqa navneteweyî binpê dike.

XS
SM
MD
LG