Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Nexweşxaneya Şîfa li Gaza Dibe Sedema Fikaran


Li gor ragihandinên sazîyên navnetewî û karbidestên Filîstînî, şerê Îsraîl û Hamasê îro Sêşême di nava Gaza de bi rengekî tund berdewam dike.

Hêzên Îsraîlî di serî de nexweşxaneya El Şîfa û yên din li Gaza dorpêç kirine, ku ew dibêjin mîlîtanên Hamasê serfermandarîya xwe li jêrzemîna nexweşxaneyan çêkirine, tunelên wê ji bin nexweşxaneyan derbaz dibin.

Îsraîl herwiha dibêje ku dibe ku Hamas kesên dîlgirtî di binî wê nexweşxaneyê digire.

Hamas ku Gazayê rêve dibe, hebûna şervanan, tunelan û girtina dîlan di jêrzamîn û derdora nexweşxaneyan bi taybet jî bo El Şîfa red dike.

Karbidestên Filîstînî jî dibêjin ku 650 nexweş û di navbera 5 heya 7 hezar sivîlên din yên bê cîhûwar jiber gulebarana berdewam ya sekvan û dronên Îsraîlî li hindûrê El Şîfa asê mane.

Li gor Neteweyên Yekbûyî (NY) nêzî 10 hezar Fîlîstînî ku nexweş, karmend û kesên ku jiber şer ji malên xwe revîne li nexweşxaneyê asê mane.

Rêvebirê nexweşxaneya El Şîfa Dr. Mihemed Ebu Salmiyah îro ragihand ku 179 kesên i beşa lênêrîna krîtîk mirine ku di nav wan de pitik û nexweşên goran jî hene.

Salmiyah got ku ew kes li "gora girsweyî ya li nexweşxanê hatine veşartin û 7 pitik jî di nav kesên binaxkirî de hebûn.

Îsraîl red dike ku nexweşxane di bin dorpêçê de ye û dibêje hêzên wê rê didin kesên ku li hindur ji nexweşxanê derkevin, lê doktor û rêvebirên nexweşxanê dibêjin ku kesên hewil daye derkevin rastî gulebaranê hatine.

Karbidestên saxlemîyê li Gaza dibêjin ku heya niha zêdetirî 11 hezar Filîstînî di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin, ku % 40 ji wan zarok in û pir kesên din jî di bin kavilan de mane.

Îsraîl ragihandina agirbestekê red dike, bi sedama ku Hamas wê agirbestê bo jinûve kombûnê bi kar bîne, lê dibêje ku ew dikare "navberên mirovahî" yên bi kurtî ragihîne.

XS
SM
MD
LG