Sekreterê Civata Ewlekarîya Rûsya Sergei Shoigu îro Pêncşemê got ku welatên Rojavayî bi bijareyeke re rûbirû ne ku yan bi Moskowê re li ser Ukrayna danûstandinan bikin yan jî hilweşandina şênîya wî welatî bidomîne.
Shoigu di civîneke hevpeymanîya leşkerî ya dewletên Sovyeta berê de got ku Rojava bi giştî rêvebirîya wê ya aborî, sîyasî û exlaqî hinda dike.
Wî îdia kir ku hêvîyên Rojavayî yên jibo têkbirina Rûsyayê jî şikestine.
Daxuyanîya Shoigu di vê demê de tê ku Donald Trump wekî serokê nû yê Amerîka hat hilbijartin, ku piştgirîya xurt ya Rojava ji Ukrayna re rexne dike.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Moskow di mehên dawî de li qada şer li rojhilata Ukrayn bi awayekî lezgînî pêşve diçe.
Jêder: AFP