Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Firokên Rûsî Îro jî Êrîş Birin Ser Gundên Îdlibê


Piştî êrîşeke esmanî li herêma Îdlibê (Arşîv)

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku firokên Rûsya berî Hilcivîna Tehranê, bi firokên cengê êrîşên esmanî birine ser başûrê Îdlibê.

Serokê SOHR’ê Ramî Abdurrahman bi daxuyanîyekê da zanîn ku bi ser gundên nêzî sînorê Hama de, ku li başûrê rojavayê Îdlibê dimîne, êrîş pêk hatine.

Abdurrahman dîyar kir ku di wan gundan de serhilda hene û êrîş ji alîyên firokên cengê yên Rûsya ve li dar ketine.

Firokên Rûsya û Artêşa Sûrîyê ew çend roj in herêma Îdlibê bombebaran dikin.

XS
SM
MD
LG