Serokwezîrê Rêvebirîya Filîstînîyan Mihemed Ştayyeh îro Duşemê ragihand ku ew jibo lihevkirineke berfireh ya Filîstînîyan ji kar vekişîye.
Vekişîna Ştayyeh li vê demê rast tê ku Amerîka givaştinê li Serokê Rêvebirîya Filîstînîyan Mahmud Abas dike ku rêvebirîyê jibo çareserîya sîyasî ya herêmê jinûve geş bike.
Karvekişîna Ştayyeh divê ji alîyê Abas ve were pejirandin ku ew dikare ji Ştayyeh bixwaze ku heta yek tê erkdar kirin wek şûngir kar bike.
Ştayyeh, ku ser aborîyê akademîsyen û sala 2019’an dest bi kar kiriye, dîyar kir ku divê di qonaxa pêş de rewşa Gaza ya 5 meh in di şer de ye li ber çavan be.
Wî dîyar kir ku di qonaxa pêş de guherînên sîyasî, hikûmeteke nû û lihevkirina Filîstînîyan hewce ye û got ku divê otorîte li ser hemî axa Filîstînîyan were berfireh kirin.
Rêvebirîya Filîstînîyan, ku bi hevdîtinên aştîyê yên Oslo 30 salên berê hat ava kirin, Kenara Rojava bi awayekî sînordar bi rêve dibe û wê sala 2007’an piştî têkoşîna bi Hamasê re hêza xwe ya li Gaza hinda kir.
Fatah ya Rêvebirîya Filîstînîyan kontrol dike û Hamas hewil didin ku hikûmeteke yekîtîyê çêkin û ewê roja Çarşemê li Moskowê bicivin.
Karbidestê payabilind yê Hamasê Samî Ebu Zuhrî dîyar kir ku divê piştî vê pêngavê lihevkirineke berfireh were ragihandin.
Samî Ebu Zuhrî got ku ger di qonaxa pêş de lihevkirin çêbe ewê karvekişîna Ştayyeh watedar be.
Îsraîl, ku piştî êrîşên 7’ê Cotmehê yên Hamasê operasyon bir ser Gaza, dibêje ew jiber ewlekarîyê naxwze ku Rêvebirîya Filîstînîyan li Gaza kar bike.
Karbidestên saxlemîyê yên Filîstînî dibêjin heta niha di êrîşan de bi qasî 30,000 Filîstînî li Gaza hatine kuştin.
Jêder: Reuters, AFP