Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ayhan Saîd Behsa Desteserkirina Birayê Xwe Şivan Saîd Beroşkî Dike


Ayhan Saîd

Jimareke kesên bi maskê îro sibê avêtin ser mala bizavkar Şivan Saîd Beroşkî ya li Duhokê û ew bir cîhekî nenas.

Pîştî ku bûyer qewimî bizavkarên medya civakî dîmenek parve kir ku keça wî ya (8-10 salî) behsa êrîşa tund ya hember bavê xwe dike û ku çawa komeke zilaman ketine nav odeya razanê ya bavê wê.

Birayê Şivan, Ayhan Saîd ku nûnerê rêxistina METRO ya Duhokê ye, ji Dengê Amerîka re got ku ew nizane ku ew hêza çekdar kî ye û çima wan birayê wî bi vî awayî hatiye desteser kirin.

Saîd herwiha got ku bi nêrîna wî birayê wî tenê jiber rexneyên wî yên hember hikûmeta herêma Kurdistanê hatiye girtin.

Wî bi bîr xist ku di demên dawî de Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) kiryarên wiha dike ku rikeberên xwe bitirsîne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:49 0:00
Direct link

Rêveberîya polisên Duhok daxweyanîye belafkir di demê çêkirina vê raportêda û dibêje( ef kese bi biryara dadwerî li dûf bendê(221) yê sizayan hatine girtin û polis û hêzên din yên emnî karê xwe cêbecê kirin ,disan di bêjin çi bê rêzî li gel tûmetbaran nehatine kirin).

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:34 0:00


XS
SM
MD
LG