Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Sîdo: Wê Beşar Esed Mecbûr Bibe ku Dest ji Desthilatê Berde


Dr. Kemal Sîdo.
Dr. Kemal Sîdo.

Rejîma Sûrî roja Duşemê planeke Komkara Ereb red kir, ku li gor wê planê dive Serokê Sûrî Beşar El Esed desthilatê bide cîgirê xwe û di dema du mehan de hikûmeteke niştîmanî bê avakirin.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Dr. Kemal Sîdo Serokê Beşê Rojhilata Navîn li Komela Gelên di bin Gefê de li Almanya di wê bawerê de ye ku “wê Beşar El Esed di demeke nizîk de gavên girîng bihavêje bi alîyê ku dest ji desthilatê berde.”

Dr. Sîdo dibêje, “rêbaza giştî bi wê alî ve diçe wê Beşar Esed mecbûr bibe ku dest ji desthilatê berde.”

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi Dr. Kemal Sîdo re, fayla dengî li destê rastê vê rûplê kilîk bikin.

XS
SM
MD
LG