Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kolanên Sievierodonetsk ya Ukrayna Şerê Dijwar Didome


Dîmeneke ji şer û pevçûnên li bajarê Sievierodonetsk ya li rojhilata Ukrayna,2 Hezîran, 2022.
Dîmeneke ji şer û pevçûnên li bajarê Sievierodonetsk ya li rojhilata Ukrayna,2 Hezîran, 2022.

Walîyê eyaleta Luhansk îro Duşemê ragihand ku şer û pevçûnên di navbera hêzên Ukraynî û Rûsî de li kolanên bajarê Sievierodonetsk ya li rojhilata Ukrayna bi rengekî dijwar didomin.

Hêzên Ukraynî di dawî ya hefteyê de nîvê bajêr jinûve kontrol kiribûn dema ku Rûs serketî xuya dikirin.

Lê, walîyê eyaleta Luhansk Serhiy Gaidai îro ji televîzyona dewletê re dîyar kir ku rewşa hêzên Ukraynî dîsa xira bûye.

"Parêzvanên me bo demeke dîyar êrîşeke tund pêk anîn, hema hema nîvê bajêr rizgar kirin. Lê, niha rewş bo me dîsa hinekî xirabtir bûye," Gaidai got.

Wî got ku hêzên Ukraynî li herêma Sievierodonetsk enîyên xwe yên ku hene, di parêzin.

"Niha şereke tund ya guherbar diqewime," wî got.

Her du alî jî dibêjin ku wan li Sievierodonetsk hindahîyên mezin dane, ya ku mezintirîn bajarê eyaleta Luhanskê ku hîn jî di destê Ukrayna de ye.


Bajarê Sievierodonetsk di êrîşa Rûsya ya ser herêma Donbasê ya Ukrayna de bûye armanca serekî - ku ji eyaletên Luhansk û Donetsk pêk tê- dema ku di dagirkirina Kremlînê de tevahîya bajaran jiber bombebarana Rûsî wêran bûne.

XS
SM
MD
LG