Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Rûsî 80 jî Sedê Kontrala Bajarê Sievierodonetsk bi Dest Xistiye


Dîmeneke ji bajarê Sievierodonetsk li rojhilata Ukrayna, 14 Hezîran,2022.
Dîmeneke ji bajarê Sievierodonetsk li rojhilata Ukrayna, 14 Hezîran,2022.

Karbidestên Ukraynî îro Sêşemê ragihandin ku hêzên Rûsî dora ji sedî 80 yê kontrola bajarê Sievierodonetsk li rojhilata Ukrayna bi dest xistine û her sê pirên ku ji bajar bi derve re girê dide bi tevahî hilweşandine.

Lê, wan dan zanîn ku hêzên Ukraynî hê ji bervanîya xwe didomînin û karbidestên Ukraynî jî helw didin ku birîndaran derxînin.

Serhiy Haidai, walîyê eyaleta Luhanskê ya rojhilat dîyar kir ku jiber topbarana hêzên Rûsî û pevçûnên bênavber bo niha ne mimkin e ku ew sivîlan bi girseyî ji Sievierodonetsk derxînin.


Generalekî Rûsî jî îro ragihand kukorîdoreke mirovahî wê îro Çarşemê were vekirin da ku sivîlên li kargeha Azot werin derxistin.

General Mikhail Mizintsev got ku kesên ku hatine derxistin wê werin şandinê bajarokê Svatovo, ya ku 60 kîlometre li bakur e û di bin kontrola hêzên Rûsî û cudaxwaz de ye.

Wî dîyar kir ku Rûsya ev plan demûdest amade kiriy piştî ku Ukrayna banga avakirina korîdorek valakirinê kiriye.

Hêzên Rûsî di çend hefteyên borî de giranîya xwe dane ser girtina herêma Donbas ya pîşesazî ya rojhilata Ukrayna, ya ku hevsînorê Rûsya ye û ji herêmên Luhansk û Donetsk pêk tê.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy jî îro Sêşemê di civîneke medya ya bo medya Danîmarka de ser rewşa li herema rojhilata Ukrayna axifî.

"Rewş dijwar e. Lê, Erka me ew e ku em li berxwe bidin," Zelenskyy got.

XS
SM
MD
LG