Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gabriel, Alîgirên Erdogan bi Gefkirina Dijî Hevjîna Xwe Tawanbar Dike


Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel, alîgirên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi gefdana hember hevjîna xwe tawanbar kir.

Gabriel got ku rêbaza Erdogan ya req “dîyar e ku hin kesan motive kiriye ku gefan li hevjîna min bikin û wê eciz bikin.

“Bêguman ev e encama pir xirab,” Gabriel got, lê zelal nekir mebesta wî çi ye.

Peywendîyên navbera Almanya û Tirkîyê di mehên dawî de xirabtir bûye û daxuyanîyên Erdogan ya Şemîya borî jî ew yek hîn xirabtir kir.

Erdgan êrîşên tund biribû ser Gabriel ku pir caran rêbertîya Erdogan û reftarên wî yên hember cudabîrên xwe rexne dike.

"Tu kî yî bi serokmarê Tirkîyê wiha dipeyîvî? Sînorê xwe bizane! Ew dixwaze dersekê bide me... Çend sal in ku tu di nav sêyasetê de yî? Tu çend salî yî?" Erdogan bi zimanekî êrîşkar li hember Gabriel axifibû.

XS
SM
MD
LG