Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîbo: Emê Rêvebirîyeke Yekgirtî û Demokratîk li Bakur û Rojavayê Sûriyê Ava Bikin


Meclisa Sûrya Demokratîk (MSD) ku wek baska siyasî yê Hêzên Sûrya Demkratîk (HSD) tê naskirin roja Duşemê li bajarokê Tabqa kongreya xwe ya sêyê encam da.

Di kongereyê de MSD'ê biryar da ku rêvebirîyeke yekgirtî û demokratîk bo hemû pêkhateyên li bakur û rojhilata Sûriyê dijîn, ava bike.

Berpirsên MSD'ê bo ajansên cîhanî xuya ku ew dixwazin bi avakirina rêvebirîyeke wiha, demokrasî û tenahî bînin herêmê û wan hem bo demokrasîya Sûriyê û hem jî bo şerê li dijî DAIŞ'ê û nehiştina wê ev pêngav avêtine.

Derbarê mijara avakirina rêvebiriyeke nû, şêwirmendê hevserokatiya PYD'ê Sîhanok Dîbo dibêje ku di kongrê de hin xalên giring hatine biryar dan.

"Rêvebirîyên xweser yên demokratîk li bakur û rojhilatê Sûriyê, li Rojava bi cismekî yekgirtî meclisên demokratîk, tev li meclisên medenî û navxweyî bibin; yên ku li Raqa, Dêrezorê û Minbicê hene dê bibin nûnerekê bo diyalogê li pêşerojê di navbera meclisê û rejîmê de dê muxatibê wê diyalogê MSD be".

Dîbo herwiha dîyar kir ku heta niha ti danûstendinek di navbera MSD û rejîmê de çênebûne".

Sîhanok Dîbo 17_07_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:21 0:00

XS
SM
MD
LG